Break newsNûçeslide
Hoşyar Zêbarî : Tenê Îran li dijî Referandoma serxwebûna Kurdistanê ye
Yekîtî Media 23/7/2017
Endamê komîsyona Bilind ya Hilbijartin û referandumê Hoşyar Zêbarî got, tenê Îran li dijî Referandoma serxwebûna Kurdistanê ye, wekî din kesek ne li dijî referandomê ye.
Di rojên pêş de wê Encumena Bilind ya Referandomê dest bi serdanên dîplomatîk bike û wê serdana welatên endamên daîmî di Encumena Asayîşa Navdewletî de bike.
Her wiha wê biçin serdana Tirkiyê û Îranê jî.
Armanaca wan serdana ew e ku piştgiriyeke zêdetir ji bo Referandoma Serxwebûnê wergirin.