Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serokomarê Almanyayê bi tundî Erdogan rexne kir

Yekîtî Media 23/7/2017

Serokomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier bi tundî rexne li Tirkiyê û  serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan girt û ragihand, Berlîn nikare helwest û siyasetên niha yên Enqerê qebûl bike.

Pêwendiyên navbera Almanya û Tirkiyê bi berdewamiya daxuyaniyên tund ên rayedarên her du welatan aloztir dibin.

Piştî daxuyaniya tund a Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabrîyel a derbarê Tirkiyê de, Serokomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier jî di hevpeyvîneke televîzyonî de li gel kanala ZDF a almanî rexneyên tund li siyaset û helwestên Tirkiyê û serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan girt.

Steinmeier di vê hevpeyvînê de ku şeva şembiyê 22ê Tîrmehê hatiye belavkirin, Erdogan bi wê yekê tohmetbar kir, ku wî di demên dawiyê de gelek kesên ku di hikûmet û dewletê de bi wî û partiya wî (AK Partî) re hevkarî kirine, desteser kirine, xistine zîndanê yan jî bêdeng kirine, Steinmeier got: “Em nikarin wê yekê qebûl bikin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button