Break newsNûçeslide

Hêzên Pêşmerge 26 gund li derdora Mûsilê kontrol kirine

Yekîtî Media 30/10/2016

Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê derbarê operasyona Mûsilê de daxuyaniyek belav kir.

Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê îro yekşemî 30ê Cotmeha 2016 derbarê du hefteyên destpêkê yên operasyona Mûsilê de daxuyaniyek weşand û tê de ragihand: “Di heyama du hefteyên borî de hêzên pêşmerge bi piştevaniya firokeyên hevpeymanan derbên mezin li çekdarên DAIŞê dane.”

Di daxuyaniyê de: “Hêzên Pêşmerge bi dehan çekdarên DAIŞê kuştine û herî kêm 50 otomobîlên bombekirî teqandine.”

Li gorî Fermandeya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê, di wan du hefteyên destpêkê yên operasyona Mûsilê de, “Hêzên Pêşmerge zêdetirî 500 km çar goşe ax û 26 gund” ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button