Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hezar û 43 dibistanên taybet li Tirkiyê hatin girtin

Yekîtî Media 23/7/2016

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan bi mersomekî serokatî, biryara girtina hezar dibistanên taybet da.

Derbarê vê mijarê ajansa Anadol a ser bi Hikûmeta Tirkiyê ve ragehand ku, piştî têkçûna derbeya leşkerî û bo yekem car Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan mersomeke serokatî derxist, tê dê girtina hezar û 43 dibistanên taybet ragehand.

Li gor fermanê serokatiyê ji bilî dibistanên taybet biryara girtina hezar û 229 komele û dezgehên xêrxwaziyê hate standin, herwiha 19e sendîkeyên karkeran, 15e zanko û 35ê rêxistinê pizîşkî.

Di Çarşema borî parlamentoya Tirkiyê biryara rewşa awarte pesend kir bû. Di 15ê vê mehê de hewla kudetayeke leşkerî li Tirkiyê hate kirin, lê ew hewil bi ser neket û têkçû.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button