Nûçe

Hewlêr … Semînerek danûstandinê li hola pakrewan Ebdî Ne’san

Roja pêncşemê 20ê Gulanê, semînerek gengeşekirinê derbarê danûstandinên kurdî – Kurdî li ofîsa PYK-S li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê hat li dar xistin .

Di semînerê de hejmarek ji nûnerên partiyên kurdî û siyasetmedarên kurd tê de beşdar bûn, ku beşdaran li ser pêvajoya pêşveçûna danûstandinan û astengiyên ku li pêşketina wê rû dide, û awayên serkeftina wê gengeşekirin, ku beşdaran tekez kirin ku PYD’ê û di ezmûnên rabirdû yên danûstandinan ku di bin siya serok Barzanî de dihat, nehatin cîbicîkirin, jiber ku PYD’ê jê direviya, û herwiha nêrîn û beşdariyên curbicur ji aliyê beşdaran bi cidî û zelaliyê balkêş bû..

Ji aliyê xwe ve Newaf Reşîd endamê komîta konevanî ya PYK-S ku yek ji beşdarên dîyalogê bû ku ENKSê di danûstandinan de berdewam e wekî bijardeyek Îstratîcî ku xizmeta doza gelê me bike digel dijwariyên li ser erdê ku dibe astengî ji bo cîbicîkirina gelek xalên rêkeftinê , û di pêşiya wan de hevpariya rasteqîne di hemû saziyan ( Leşkerî – Aborî – Rêveberî) û Peymana civakî û veqetandina ji partiya PKK’ê

Herwiha Reşîd wih got jî : lê mixabin PYNKê û bi pêşengiya PYD’ê digel ezmûnên berê, ku ew pabendî hemû rêkeftinên berê ku hatibûn mohrkirin (Hewlêr 1, Hewlêr 2) ku ji encama wê desteya bilind bû, û (Dihok) ku encama wê jî lêvegera siyasî kurdî bû.

Herwiha hebûna kadroyên PKK-ê li meydana Kurdistanê û kontrola wan li ser movikên rêvebiriyê, digel domandina kiryarên wan derheqê gelê me ji ( revandina biçûkan, leşkeriya neçar, îdeolojîya hînkirinê, xiyaneta serkirdeyan û kadroyên Encûmenê, lêpirsîna çalakvan û siyasetmedaran, Hwd) ku dê bi neyînî bandorê li pêşveçûna pêvajoya danûstandinanê bike, ji ber vê yekê her peymanek dîtinî ku her du aliyan bigîhêjinê, ku di vê rewşê de pêkanîna kirekî a li ser erdê de wê têkçûnê bibîne.
Reşîd gotina xwe wiha bi dawî kir: jiber vê yekê divê ku aliyê din PYNkê çekdarîbûna xwe bi çanda danûstandinê wek bawerî û ne ku tektîkek ji bo qonaxek ye, herwiha ji sponsorê Emerîkî tê xwestin ku zextê li ser PYNK zêdetir bike, ta ku pabendî rewiştên giftûgoyan be û ji her dosyek demekê destnîşan bide, ne ku danûstandin tenê ji bo danûstandinê bimîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button