Break newsNûçeslide
Hevbendiya Niştîmanî doza civateke hewarçûyî li Encûmena Ewlehiyê dike
Yekîtî Media 19/7/2016
serokê hevbendiya rikberiya Sûrî Enes Elebde nameyan ji wezîrên derve yên Ferensa , Birîtanya û Amerîka re dişîne, têde doza civateke hewarçûyî li encûmena ewlehiyê dike ji bo çareseriyekê ji rewşa xerab ya Sûrî re bibînin û bi taybet rewşa Helebê û Dareya.
di wan nameyan de Elebde dozê li encûmena ewlehiyê dike ku bi berpirsyaretiya xwe di ber rewşa mirovî li Sûriyê rabe.
herwiha serokê hevbendiyê dozê li encûmena ewlehiyê dike ku sînorekî ji binpêkirinên rêjîma Sûrî û Rûsiyayê re deyne.