Break newsNûçeslide

Hevbendî Û Encûmena Niştimanî Kurdî Tekez Dikin, Dê Bi Hev Re Kar Bikin Heta Rêjîma Zordar Birûxînin

Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî îro Sêşembê digel şandeya Encûmena Niştimanî Kurdî de hevdîtin kir. Her du aliyan tekez kir ko ewê Şoreşê berdewam bikin heta Rêjîma zordar birûxînin û daxwazên Gelê Sûriyê yên azadî û rûmetê pêk bînin.
Her du aliyan xweşhaliya xwe bi bizava Navdewletî da xuyakirin, ji bo çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyê re bibînin ku têde Rêjîma dîktator bête rûxandin û Welat ber bi dewleteke dîmuqratî ve biçe.
Her wiha her du aliyan li ser yekîtiya xaka Sûriyê û Gelê Sûrî tekez kirin. Her wiha hemû cûreyên tundûtûjî û tundrewî û tiroristiyê û di serî de ya Rêkxistina Daişê red kirin.
Hevdîtinê gotûbêj li ser hevrêzkarî û hevkariya zêdetir di navbera her du aliyan de û rola giring û bingehîn ya ko firakisyona Kurdî di karê siyasî yê di hundirê Hevbendiyê de kirin. Her wiha bicihanîna bendên rêkeftina imzekirî di navbera Hevbendiyê û Encûmena Niştimanî Kurdî de hatin goftûgokirin, her wiha pêdiviya pênasîna bi kêşeya Kurdî li ser asta bijarteyan û gelêrî û ewê bimîne kêşeyek niştimanî Sûrî.
Rêkekeftin li ser berdewamiya hevdîtin û şêwirdariyan û danîna mîkanîzmine bikêrhatî ji bo bihêztirkirina têkliya navbera Encûmena Niştimanî Kurdî û Hevbendiyê hat kirin.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button