Break newsNûçeslide

Hevbendî Bi Nûnerin Hêzin Leşkerî yên Sereke re Bo Guftugokirina Pêşketinên Siyasî Dicive

Duh roja şemiyê, Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî bi endamên nivîsgehên siyasî yên hêz û yekîneyên leşkerî yên sereke re civiya.
Herdu aliyan guftugo derbarê pêşketinên siyasî û meydanî , di nav de jî pilana şanderê navdewletî bo Sûryayê Stîvan Dî Mistora kirin.
Civîngêran li ser pêwistiya peywendiya berdewam û nexşekirina istratîjiyek hevbeş bo qonaxa tê ku li ser hêviyên şoreşa Sûrî û xwestekên millet di Azadî û rûmetê de ava bibe tekez kirin.
Herweha tekezî li ser pabendiya bi çareya siyasî û daxuyaniya Cinêv, û biryarên Encumena Ewlehiyê ku li ser pêkanîna desteyeke fermandar ya veguhêz bê Beşar û girupa wî çi di qonaxa veguhêz de ya di Sûrya pêşerojê de destnîşan bûye hat kirin. Jêder: Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button