Break newsNûçeslide

Hevbendî Bangewaziyê Li Encûmena Asayişê Dike Ji Bona Standina Pêgavên Pêwîst Bo Şikandina Dorpêçkirina Li Ser Bajarên Sûriyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê gaziya Encûmena Asayişa navdewletî kir ji bona standina pêgavên pêwîst bo rakirina dorpêçkirinê ji ser bajarên Sûriyê.
Berî lidarxistina civîna awarte ya Encûmena asayîşê-duhî roja înê bi şev- ku ji aliyê firinsa hatibû vexwendin, nûnerê Hevbendiya Niştimanî di Netewên Yekgirtî de Necîb Elxedban got: ku “pêşkêşkirina alîkariyan tenê carekê, birçîkirina pêrewkirî di derheq sivîlan de ya ji aliyê hêzên rêjîma Esed ranawestîne”.
Ku civînê bi piranî bal kişandibû li ser bajarê Medaya dorpêçkirî, ku hêjî bêhtir ji 40 hezar xelkê wê pêwîstiya wan ya bilez bi alîkariyên mirovî yên bêmerc û sînor û bo çavdêriya nojdarî ya berdewam heye.
Elxedban bal kişand ku niha milyon kes asê mana di navçeyên dorpêçkirî de di gelek navçeyên Sûriyê de, ji ber ku rêjîma Esed alîkariyan didize û rê digire li pêş gihiştina alîkariyên mirovî yên serekî, û got “rojane kalemêr û jin û zarokên bêguneh ji birçîna dimirin bi sedema dorpêça Esed, û ew mirin nayên rawestandin ne ku dewletên endam tevbigerin bo cîbicîkirina biryarên Encûmena asayişê”.
Elxedban cext li ser wê yekê kir ku encûmena asayişê karsipartin pejirandiye ji bo şikandina dorpêça li ser tevaya Sûriyê û rizgarkirina bilez ji giyanên welatiyan re, tevî gihandina alîkarîyan bêrazîbûna rêjîma Esed.
Hevdem balkişand ku pêwîst e dewletên endam bi erkên xwe rabin û pêwîstiyan misoger bikin da netewên Yekgirtî wan bicih bike û alîkariyan bigehîne bê razîbûn û wajokirina Esed, û amaje kir ku pêwîste alîkarî ji esmanan bêne avêtin bi rêka dewletên oparisyonên esmanî pêktînin li dijî DAIŞê di Sûriya de.
Herwiha Elxedban amaje kir ku avêtina alîkariyan bi firokan wê hawarçûna bilez bo xelkê pêwîstdar dabîn bike, û wê nameyek aşkere bide ji herek ji rêjîma Esed û ji DAIŞê re ku civaka navdewletî rê nade bi berdewamiya bikaranîna birçîkirinê weku çek.
Hêjayê gotinê ye ku nûnerê Firinsa di Netewên Yekgirtî de Firnsiwa Dîlatir di civîna awarte ya encûmena asayişê de daxwaz kiribû ku “pêwîste Rûsiya bi awayekî berpirs serderiyê di Sûriya de bike, û pêwîste firokên wê bitenê girûpên terorîst armac bikin”, û ji endamên encûmena asayîşa navdewletî daxwaz kiribû ku bi rola xwe rabin, ji bona bidawîkirina tiradîjiya Sûrî.
Dilator di bersiva xwe de li pêş endamên encûmena asayişê got: “pêwîste encûmen bi rola xwe rabe û dawiyekê dane ji tirajîdiya sûrî re, û armanc ji vê civîna awarte ya ewe ku her aliyek bi berpirsyaretiyên xwe rabe, û em bi awayekî bilez dorpêçkirina li ser bajarê Medaya bidawî bikin û herwiha li ser hemû bajarên dorpêçkirî û kar bikin bo gihandina alîkariyên mirovî”.
Li aliyek din Kiyong Wa Kang hevkarê sikiritirê giştî yê karubarê mirovî û cîgirê rêkxerê hawarçûna tengaviyan balkişand, ku “Cîhan matmayî maye li hember wêneyên xembar yên dîtin ji bajarê Medayê ji Sûriyê, û nabe rê bidin ku li pêş çavê encûmena ewlekariyê mirovên zêdetir bimirin, ku dorpêç kirin û birçîkirin bûye çekek ji çekên di şer de tên bikaranîn di Sûriyê de”.
Herwiha berpirsa navdewletî ya axivî ji şûna Stîvîn Olbirayîn, şûnkara sikirtirê giştî yê karubarên mirovî got ku “ zêderewî nabe li hember hovîtiya vê tektîkê, ya tê bikaranîn li ser dorpêçkirina gund û bajaran, ku ev yek nayê qebûlkirin û aqil jê nagire, û nabe hîç sedemek ya bihaneyek hebe rê bigire li pêş gihandina alîkariya bo xelkê pêwîstdar, ku ev binpêkirinek metirsîdar e ji yasa navdewletî re, û pêwîste bilez bête rawestandin”.Jêder: Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button