Gotar

Gola Girikê, Efrandina Ajaw

Di deh salên burîn de, me ev gotin bi hezarên caran di bihîst(el fewda el xelaqe), ango çêkirina ajaw, tevliheviyê, ku di medya erebî de dihat, lê em li ser ne di rawestan, weke ku pêdivî bû, em tê ne digihîştin, ka çiye, kîne li pey, û mebest jê çiye, û çima, û ew ajaw wê li kû be? Xelkê, û bi taybet gelên rojhilata navîn, di nav wê gola girikê de bûn, û weke masiyan, bi qeflan li ber diçûn, dimirin, dihatin kuştin û koçberkirin, qirkirin, birçîkirin, weke masiyên jehirxwarî, li wan dihat, gêj û mêj dibûn, û ta vê rojê ew ajaw berdewam e, weke pêlên lehiyê, gel û miletan li ber xwe dibe, bi taybet, gelên Ereb, Kurd, Ermen û h.d, weke Aş xelkên di hêre. Çima gelên rojhilata navîn? Çinku van gelan, zemanekî dûr û dirêj, û ta vê rojê, xwe dibînin, xudanên bîr û baweriyên olî, xwe di ser hemî gelên cihanê re dibînin, û dibêjin: E m ji gelên cihanê çêtirin û paktirin, emin mîr, serok û paşa, û divêt miletên din ji me re kole bin, lewra hemî pêxember ji nav me hatin efrandin, welat û xaka me, pîroztirîn xak û welatin, lewra êrîş di berdan ser welatên derdora xwe, talan dikirin, xelk ji xwe re dikirin kole, bazirganî bi xort, keç, jin û zarokên xelkê dikirin, û mal û samanên xelkê didîtin diyariya xweda ji xwe re. Di wan demên ku Ewrupiyan, Tank û Firoke çêdikirin, derman, nexweşxane û zanîngeh avadikirin, karên miletên rojhilata navîn, avakirina mizgeft û tekiyan bû, dirêjkirina rih û tizbiyan, mezinkirina şaşikan û çêkirina niviştan bû, weha jî xudankirina hoz, êl, malbat, mîr, paşa û sultanan, li ser textê pêxemberan, dihatin danîn. Piştî herdû cengên cihanî(1914-1939) rûdan û bi dawî hatin, Ewrupiyan, çend dewlet, sînor û nexşe ji gelên rojhilata navîn re danîn, ku ew gel bibin serbixwe, xudan tac, text û saman, lê ne dikarîn, hiş û mejiyên xwe paqij bikin, ji çand û kultûrên kevin, û rizî, û paşmayî man, di bin barên ol, rêol, hoz, êl û ez ezîtiyê de, ew bîr û baweriyên çewt û şaş, şer, kîn, rikberî, kuştin û nexweşî, hemî alşzî û paşmayên cihanê, li xwe komkiribûn, lewra dewlet û hêzên pêşketî, li Emerîka, Ewrupa, Israîl, çîn û h.d, didîtin, xelkên rojhilata navîn weke sêwiyên bê kes, lewra xudan û serwer ji wan re gerekin, ji bona rêvebirina welat û samanên wan, weha destên xwe dirêjî nav wan kirin, roj li pey rojê, nexweşî û agir geş û gur dikirin, mînak: Nexweşiya korona, efrandina Daiş, şoreşên çewt, di bin navê buhara ereban de, ceng û şerên navxweyî, şerê Filestîniyan xwe bi xwe, û ew û cihûyan, şerê heşt salan di navbera Iraq û îran de, û bazirganiya madeyên hişbir, weha nakokî berdewamin, êş û azarên rojhilata navîn, bê dawîn e, pêlên koçberan, weke pêlên derya yê, beru Ewrupa ve, diçin, ew Ewrupa ku beru qirbûna mirovan dibe, û pêdiviya wan bi mirovan heye. Ev gol, roj bi roj, girik dibe, ev ajaw, tevlîhevî, têne efrandin, û gurrkirin, gelên rojhilata navîn, hemî têk diçin, û winda dibin, mal û samanên wan, jîr û zana didizin, ne ereb, ne kurd, ne Efxan, nebûn û nabin serbixwe û xudan welat.

Adilê Evdile

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button