Break newsNûçeyên herêmî û cîhanî

Giwêr hate pakkirin û li Mexmurê operasyon berdewame

Operasyon berdewame û hêzên pêşmerge karîne 5 gund li bajaroka Giwêrê control bikin û li sînorê bakûrê Mexmurê jî di navbera hêzên pêşmerge û terortîstên DAIŞ de şer berdewame û ji aliyê balafirên şer û topxaneyên pêşmergan ve têne bombarduman kirin.

Fermandarekî hêzên pêşmerge ji PUKmedia`yê re ragihand: Li sînorê Giwêrê her yek li gundên (Saqiyê, Elî Awa, Cedîdê, Kobiye, Koşafa erebnişîn, koşafa Kurd nişîn) û çend gundekî dine jî hatine paqij kirin û hejmarekî zor terorîst hatine kuştin û 7 otombêlên serbazî jî ketine destê pêşmergan.

Diyar kir jî ku. Li sînorê bakûrê Mexmurê jî şer berdewame û tenê yek gund di destê terorîstan de maye û beşekî mezin ji terorîstan berve Musilê ve direvin.

Li gor jêderê: Li sînorê Giwêr zêdetir li 20 terorîstên DAIŞ xwe radestî hêzên pêşmerge kirine û zêdetir li 15 terorîstan jî hatine kuştin.

Îro 30/11/2014 danê sibehê hêzên pêşmerge jib o pakkirin û kontrolkirina Giwêr û Mexmur ji terorîstên DAIŞ`ê dest bi operasyoneke berfereh kirine û hêzên pêşmerge bi pêşve diçin.

PUKmedia/Saman Yareweys

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button