Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Fransa hişyariyê dide Erdogan

Yekîtî Media 17/7/2016

Wezîrê Derve yê Fransayê hişyariyê dide Serokomarê Tirkiyê, ku şikestina hewla kudetayê nayê wateya ku Erdogan mafê mirovan binpê bike.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Mark Ayrault ragihand ku, ew dixwazin dewleta qanûnê li Tirkiyê bi awayekî baş rola xwe bibîne û şikestina hewla kudetayê maf nade Erdogan ku ji hemû neyaran xilas bibe û mafên mirovan binpê bike.

Wezîrê Dad yê Tirkiyê Bekîr Bozdac ragehandibû ku, di çarçoceya têkçûna hewla kudetaya leşkerî de heta niha 6 hezar kes hatine girtin, û operasyona girtina wan kesên pêwendîdar bi kodateyê re jî hîn berdewam e.

Li ser pirsa şerê DAIŞê, Ayrault got ku, derbarê Tirkiyê de gelek pirs hene ku, ka Tirkiyê dikare wek hevparekî “cihê baweriyê” kar bike, bo têkbirina DAIŞ ê?

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button