Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized
Firokên Israîlî bargehên rêjîmê û milîsan li Heleb û Dêrazorê armanc kirin
Yekit Media
Di êrîşên firokeyên Îsraîlê li ser bargehê hêzên Îranî û Iraqî 14 çekdarên li Sûriyê hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir ku firokeyên Îsraîlê baregehên milîsên ser bi Îran û Iraqê ve li Qoriye, Meyadîn û Salihiyê li derdora Dêrazorê bombebaran kirin.
Di heman mijarê de Rewangehê ragihand, ku di êrîşê de 14 çekdarên Îranî û Iraqî hatin kuştin.
Tê zanîn ku di heman rojê de firokên Israîlî bargeh û cebilxaneyên artêşa rêjîma Sûriyê li derdora Helebê topbarand bû.