Break newsNûçeslide

Filîp Hamond: gihandina alîkariyan bi riyên asmanî pir aloz û metirsîdar e

 Yekîtî Media 2/6/2016

Filîp Hamond wezîrê derve yê Birîtaniya dibêje , ku girûpa navdewletî ya alîkariya Sûriyê  li ser derbaskirina alîkariyan  ji bo deverên dorpêç kirî di riyên asmanî de erê kiriye ,wê girûpê  diyar kir ku eger qedexekirina derbasbûna wan alîkariyan di riyên bejayî re berdewam bimîne, ewê ji asman alîkariyan ji xelkên dorpêç kirî re daxînin.

Hamond ragihand ku tevî zehmetbûna gihştina alîkariyan di riyên asmanî de lê ew dimîne  çareseriya tenê ku sînorek ji azarên mirovî li deverên dorpêç kirî re li Sûriyê werin danîn.

ji aliyê xwe ve baliyozê Ferensa di Netewên Yekbûyî de  dozê li rêxistinên  navdewletî dike ku alîkariyan di riyên asmanî  de bighînin deverên dorpêç kirî li Sûriyê .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button