Break newsNûçeyên herêmî û cîhanî

Erdogan hat ser gotina Demîrtaş

98287Image1

Enqere (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser bûyerên bajarê Cizîrê yê Bakurê Kurdistanê got, li Cizîrê lîstikek heye û ragihand, hinek peyayên dewletê li wir tevliheviyê dikin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî “Zîrweya Bazarên Enerjiyê” bû.

Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser guhdarkirina telefona Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz û wiha got: “Hevdîtin û hûrgiliyên derheqê polîtîkayên enerjiyê yên Tirkiyeyê de guhdarî dikin û bi rêya medyayê belav dikin, ev ne nûçegihanî ye û wek mijara nûçegihaniyê nayê hesibandin.”

Serokomar Erdogan bal kişand ser bûyerên bajarê Cizîrê yê Bakurê Kurdistanê jî û wiha axivî: “Haya me ji lîstika li Cizrê heye. Em îro dibînin ku dixwazin li Cizrê çi bikin û em li gor wê tevdîran hildidin. Hûn dibînin ku hin kes bi cil û bergên fermî yên dewletê û bi wesaîtên dewletê bombeyan datînin keviya rê? Lê dîsa hin rayedarên dewletê di pey re tên û diqefêlin, hemd ji Xwedê ra.”

Tê zanîn, di bûyerên Cizîrê de ku di navbera alîgirên PKK û Hûda-Parê de derketibûn, 6 kes miribûn ku 5 jê zarok bûn.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî beriya niha gotibû, li Cizîrê hinek rayedarên dewletê bi enqest aloziyê çêdikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button