Break newsNûçeslide

ENKSê teqîna hola Senabil li Hesekê şermezar dike û hişyariyê ji miletê Kurd dixwaze

Yekîtî Media 6/10/2016

Amandariya giştî ya encûmena niştimanî ya kurd daxuyaniyek derbarê teqîna terorî ya ku şahiyek li bajarê hesekê armanckiribû belavkir û têde ew karê terorî şermezar kir û bang li miletê kurd kir ku hişyarbin û yek rêz bin.

Ji aliyê xwe ve serokatiya kurdistana iraqê ew teqîn şermezar kir û tekez kir ku hemû destgehên tenduristiyê yên herêmê amadene ji bo alîkariya birîndaran û  pêdiviyên bijîşkî û tendirustiyê pêşkêşî wan bikin.

Di heman mijarê de hevbendîya niştimaniya sûrî di daxuyaniyekê de teqîna wê şahiyê şermezarkir û sersaxî ji malbatên pakrewanên wê teqînê re xwestin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button