Break newsNûçeslide

ENKSê merasima veşartina şehîdan jî boykot kir!

Hesekê – Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) merasima veşartina şehîdên teqînên Hesekê boykot kir, tenê şandeke herêmî ya ENKSê tevlî merasimê bû.

Îro merasima veşartina 31 şehîdên bûyera Hesekê li gundê Dawudiyê yê Hesekê hat lidarxistin.

Ji ber derketina nakokiyan di navbera ENKS û TEV-DEMê de, ENKSê merasim boykot kir.

Di merasima veşartnia şehîdan de, TEV-DEMê alên xwe li tabûtên şehîdan pêçabû lê li ser tabûtên şehîdên PDK-Sê tenê perçeyek qumaşê sor hatibûn danîn.

Rayedarê TEV-DEMê û endamê Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê, Aldar Xelîl di merasimê de gotarek pêşkêş kir û got, divê partiyên siyasî di civîna Lêvegera Siyasî de ku dê roja 26ê Adarê were lidarxistin, beşdar bibin.

Aldar Xelîl diyar kir ku jibilî yekityê ti çareya wan tine û yekîtî dikare wan ji terorê xilas bike, ji ber vê jî divê aliyên siyasî dev ji berjewendiyên partîtiyê berdin.

ENKSê beriya niha hilbijartinên şaredariyên Kantona Cizîrê jî boykot kiribû.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button