Break newsNûçeslide
ENKS: pirojeya serjimêriyê gaveke ji bo guhertina demografiya deverên Kurdî
Yekîtî Media 22/9/2016
Amandariya giştî ya encûmena niştimanî ya kurd daxuyaniyek belav kir têde pirojeya serjimarê ya ku ji hêla rêvebiriya xweser li deverên kurdî destpê kiriye şermezar kir.
Di wê daxuyaniyê de ENKS vê pirojeyê dibîne gaveke ku deverên kurdî vala dike û demografiya wê diguhere û ti xizmetî ji bercewendiyên miletê kurd re pêşkêş nake.
Herwiha ENKS binçavkirina çalakvan û siyasetmedaran ji hêla asayişên PYD ve şermezar kir.