Break newsNûçeslide

ENKS gerandina terman li cadeyên bajaran bi tawana mezin wesif dike

Yekîtî Media 29/4/2016

Li bajarê Efrînê Yekîneyên Parastina Gel YPG termên çekdarên hêzên Islamî li kolanên bajêr gerandin, û li gor wêne û dîmenên li ser torên civakî hatin weşan, nêzî 60 termî li ser barhilgireke hêzên YPG xweya dibin, ew dîmen bûn cihê ne razîbûna raya giştî ya Kurdî.

ENKS di daxuyaniyekê de, gerandina terman li cadeyên bajaran bi tawana mezin wesif kir, û got ev li dijî sincên mirovahiyê ne, herwiha Emîndariya Giştî ya ENKS ew kar bi tundî şermezar kir ku karekî hovane ye, û tekez kir ku miletê Kurd û tevegera wî ya siyasî û şoreşgerî li dijî van kiryarên hovane ne, û ew jê bêrî ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button