Break newsRaportslide

ENKS ê semînarek siyasî li Hewlêrê lidarxist

Yekîtî Media 18/6/2016

Îro li Hewlêrê bi amadebûna serokê dîwana nivîsgeha pêwendiyên niştimanî û netewî li Herêma Kurdistanê, û herwiha nûnerên partiyên siyasî li her çar parçên Kurdistanê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên serbixwe û rewşenbîr û nivîskarin kurd, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ( ENKS ) semînarek siyasî li hola Aştî ya Partî Dîmokratî Kurdistanî – Iraq li Hewlêrê lidarxist.

Serokê ENKS ê Ibrahîm Biro û serokê nivîsgeha pêwendiyên derve ya ENKS ê semînar birêve birin, serokê ENKS ê rewşa siyasî ya niha ya Rojavayê Kurdistanê şirovekir û li ser kiryar û siyasetên partiya Yekîtiya Dîmokratîk PYD ê axivî, û fişarên wan li ser milet ji hemû aliyên siyasî û leşkerî û abûrî, ku ev siyasetên şaş ji bal PYD ê bi rengekî neyînî li ser rewşa hundir ya Kurdistana Sûriya vedgerin.

Herwiaha Kamîran Haco li ser rewşa siyasî ya derve axivî û li ser gera şanda ENKS ê ya dawî li Ewrupayê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button