Break newsNûçeslide
ENKS di daxuyaniyekê de teqîna bajarê Qamişlo bi tundî şermezarkir
Yekîtî Media 28/7/2016
Di dema ku hejmara qurbaniyên teqîna terorî li bajarê Qamişlo bilind dibin Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek ji bo wê teqînê belavkir .
ENKS di wê daxuyaniyê de ew teqîn ji hêla rêxistina Daiş bi tundî şermezar kir . herwiha ENKS di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kiryarên wiha miletê kurd ji kar û xebata wî di ber pirsgirêka kurdî de vengerînin .
Ji aliyê xwe ve Amerîka ew teqîn şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo hêzên kurdî di şerê lidijî rêxistina Daişê ragihand.