Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî bo Qamişlo hevxemiya xwe anî ziman

Yekîtî Media 27/7/2016

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî êrîşa bajarê Qamişlo şermezar kir û ferman da parêzgeriya Duhokê û dezgehên têkildar ku ji bo birîndaran tişta pêwîst pêk bînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê teqîna Qamişlo de daxuyaniyek da û  hevxemiya xwe ji bo mexdûrên êrîşê anî ziman.

Barzanî wiha got: “Bi êrişên terorîstiyên îro yên li ser xuşk û birayên me yên li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê gellek dilteng û xemgînim ku li encamê de hejmarekî zêde şehîd û birîndar bûn.

Gellek bi tundî vê êrîşa dirinde ya terorîstan şermezar dikim, serxweşiyê li kesukarên şehîdên vê rûdana diltezînane dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.”

Barzanî jî ferman da parêzgeriya Duhokê û dezgehên têkildar ku bi hemû şiyanên xwe ve, alîkariya birîndarên teqîna Qamişlo bikin.

Piştî daxuyaniya Barzanî 10 ambulansên Herêma Kurdistanê ji Duhokê ber bi deriyê sînorî yê Sêmelka ve çûn.

Îro danê sibê li bajarê Qamişlo 2 teqîn rûdan, di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û gellek kes jî birîndar bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button