Break newsNûçeslide
ENKS daxuyaniyek derbarê operasiyona rizgarkirina Mûsilê belavkir
Yekîtî Media 19/10/2016
Emîndariya Giştî ya encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS daxuyaniyek fermî derbarê operasiyona rizgarkirina Mûsilê ji raya giştî re belavkir, û ew operasiyon bi gava durist wesifkir di pêvajoya ji navbirina terorê li cîhanê bigiştî û li rojhilata navîn bi taybetî , û piştgiriya xwe ji vê operasyonê re ragehand.
Herweha ENKS di daxuyaniya xwe de ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û miletê kurd û partiyên siyasî li başûr û ji hêza pêşmerge û pêşmergeyên roj xwest ku rêzên xwe xurt bikin û li dora serok Mesûd Barzanî fermandarê giştî yê hêza pêşmerge bicivin, da ku serkeftinê bidest xînin û terorê ji nav bibin.