NûçeslideUncategorized

ENKS cejna Akîto li Gelên Siryanî û Aşûrî pîroz dike

Yekiti Media

Bi helkefta sersala Babilî Akîto Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS daxuiyaniyek belav kir.

Encumanê di daxuyaniya xwe de pîrozbahî bi helkefta cejna Akîto ji gelên Siryanî  û Aşûrî re pêşkêş kir, û tê de hat cejna Akîto bi ser gelên deverê hat di gel rewşeke awarte de, ji bilî ku gelê Sûriyê ji nêzî 10 alan ve zehmetiy dikşîne veyrûsa Korona covid19 rewşa Cîhanê tevî xistiye metirsiyê de, û ji ber wê yekê gelên Cîhanê tev li pêşiya berpirsiyariyeke mezinin û ji wan tê xwestin ku li gel hev rawestin û bi hev re alîkar bin.

Di dawiya daxuiyaniyê de ENKS bang li gelê deverên kir ku li gel hev alîkar bin ta ev kirîz derbas bibe.

Tê zanîn ku rêxistina Aşûrî ya Dîmuqrat ahengên xwe bi helkefta cejna Akîto ji ber metrsiyên belavbûna Korona rawestandin, û bi tu ahengan ranabin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button