HevpeyvînNûçeslideUncategorized

Endamekî destpêşxêriya parêzerên Kobanê: hevdîtinên me li gel ENKS û PYD erênî bûn

Yekiti Media

Parêzer Celal Şêxo ku yek ji endamên destpêşxêriya parêzerên Kobanê ye tekez kir ku hemû hevdîtinên li gel ( ENKS- PYD) erênî bûn û herdû aliyên siyasî kêfxweşiya xwe derbarî destpêşxêriya me diyar kirin.

Şêxo di daxuyaniyeke taybet de ji Yekîtî Mîdiya re ragihand ku pêwîste herdû alî li ser şaşiyên berê nesekinin û li gel hev û li gel hêzên Kurdistanî hevkarbin da ku êş û azarên gelê Kurd li Serêkaniyê û Efrîn û Girêsipî bi dawî bikin.

Di heman mijarê de Şêxo got çi pirojeya siyasî ku çi aliyî dûrbixe  bê guman ewê bi ser na keve, û pêwîste ku tevaya aliyan hevbeşbin û bi şêweyekî rast û durist vê pirojeyê bibin serî.

Tê zanîn ku endamên destpêşxêriya parêzerên Kobanê di herdû rojên bûrî de hevdîtin li gel partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD û Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û fermandariya Hêzên Sûriya Dîmuqrat li darxistibûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button