Break newsRaportslide

Encûmenên Xwecihî yên ENKS wê bi mangirtinan li dijî Saykis – Pîko rabin

Yekîtî Media 9/5/2016

Li bajarê Qamişlo Îro di civîneke giştî de ya encûmenên xwecihî yên ENKSê, biryar dan ku di 14ê Gulanê de bi boneya derbasbûna 100 salî li ser peymana Saykis – Pîko dê çalakî li seranserê Kurdistana Sûriyê bêne lidarxistin.

Endamê Desteya Siyasî ya ENKSê Mihsin Tahir di vê derbarê de ji Yekîtî Media re axivî, ku di civîna îro de, bo şermezarkirina sedsaliya peymana Saykis – Pîko, biryar hate standin ku di 14 Gulanê de di demjimêr 18:00 de çalakî li tevahiya Kurdistana Sûriyê, başûrê Kurdistan û Ewrupayê wê lidar bikevin.

Tahir hêvî kir û got: “Em bi hêvî ne, ku di wê rojê de dengên xwe bigihînin civaka navdewletî û welatên ku peymana Saykis – Pîko cibicî kirine, da ji wan re bibêjin, ku wan neheqî li gelekî li ser xaka xwe dijî kiriye. Divê ew welat di danûstandinên Cinêv û cihên din jî, lêvegerekê ji helwestên xwe re çê bikin, ku gelê Kurd yê bûye 4 parçe xwedî mafekî rewa ye.”

Tahir diyar kir jî, ku ne tenê dê ev çalakî be, herwiha dê gelek semînar li ser peymana Saykis – Pîko were lidar xistin, ku tê de bê diyarkirin, gelê Kurd gelekî zindî ye li ser xaka xwe dijî û mafekî wî yê rewa heye. Tahir got jî: “Nayê qebûlkirin ku miletek 40 milyon kes in, li 4 parçan belav bibe û bê maf bimîne.”

Hêjaye gotinê ku encûmenên xwecihî yên ENKS bi gelek çalakî û xwepêşandana li bajarên Kurdî rabûne, ji wan xwepêşndanên li dijî siyasetên PYD û nemaze zagona leşkeriya neçar.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button