Break newsNûçeslide

Encûmena niştîmanî ya kurd kongirê xwe yê 3ê mîn bi dawî kir

Yekîtî Mîdiya – Qamişlo
Encûmena niştîmanî ya kurd li sûrî roja 16/6/2015 kongirê xwe yê 3ê mîn bi dawî kir li hola kongira li bajarê qamişlo bi beşdarbûna nûnerên hemî herêmên kurdistana sûrî.
Dest pêka kongir gotinek ji aliyê serokê encûmana niştîmanî ya kurd ve hate xwendin bi beşdarbûna nûnerên partiyan û hevrêzên ciwanan û rêxistinên jinan û hijmarek serbixwe ji hemî herêmên kurdistana sûrî.
Gelek mijar hatin giftûgokirin yek ji wan hêza leşkerî ku wek pêşmergeyên rojavayê kurdistanê tên naskirin û li başûrê kurdistanê tên perwerdekirin û mijara xwepêşandanan hemberî hêzên desthilat dar li rojavayê kurdistanê ku ewjî hatin bi paş xistin ta lidarxistina yekemîn civata encûmena nû.
Weys şêxê endamê komîta siyasî ya partiya yekîtî ya kurd li sûrî û yek ji endamê kongir ji yekîtî mîdiya re axivî û got ku ti biryarên giring ne hatin sitandin û hemî hatin bi paşxistin , tenê rêjeya nûneran ya partiya û serbixweya di encûmenê de hat tekez kirin ku her yek ji wan 50% ewjî 39 ji partiyan û 39% ji serbixweya û 2 komît hatin avakirin her yek ji 9 kesan ku ewê rapora siyasî û rêjîma hinurîn danin bi beşdarbûna 2 mafnasan.
Tê zanîn ku hilbijartinên serokatiya encûmenê û emîndariya giştî wê di yekemîn civata encûmena nû bên lidarxistin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button