Break newsNûçeslide
Efrîn : 5 çekdarên rikberiyê û 2 serbazên Tirk birîndar bûn
Yekîtî Media
Di encama êrîşek topên hawanê yên YPG de, li devera gundê Kaletepe girêdayî Kirikhanê 5 çekdarên girûbên rikberiyê hevkarên Tirkiyê û 2 serbazên Tirk brîndar bûn e.
Devera hatî bombekirin, cîhê yekîneyên girûbên çekdar ên hevkarên Artêşa Tirk bûn e. Brîndar bi ambulansan ji bo nexweşxaneyên Kirikhaneyê hatinê veguhestin.