Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Wezîrê berevaniya Amerîka : Emê hewl bidin YPG ji PKK cuda bikin

Yekîtî Media
Wezîrê berevaniya Amerîka ji Tirkiyê re gotiye ku ewê hewl bidin ku YPG ji PKK cuda bikin.
Wezîrê berevaniya Tirkiyê Nurettin Canikli dibêje, wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis ji wî re gotiye ku ewê hewl bidin ku YPG ji PKK cuda bikin, wî jî diyar kiriye ku ew tişt ne rast e.
Li gor wezîrê berevaniya Tirkiyê, James Mattis her wiha gotiye belkî ew PYG li dijî PKK bixin, wî jî gotiye ew bi tu awahî ne mumkun e, ji ber ku YPG ji aliyê PKK ve tê birêvebirin û ew beşekî PKK ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button