Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Ebû El-Xêt: Bo Sûriyê federalîzm baştirîn çareserî ye

Yekîtî Media 28/9/2016

Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî dibêje, sîstema federalîzmê baştirîn çareserî ye ji bo Sûriyê.

Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xêt di hevdîtinekê digel rojnameya “El-Heyat” de ragihand, piştî ku dosya Sûriyê çû Encûmena Asayişa Navdewletî, çareserkirina krîza wî welatî tenê di navbera Amerîka û Rûsyayê de maye û ti rola Komkara Erebî nemaye.

Ebû El-Xêt tekez kir ku, ji bo parastina yekîtiya Sûriyê dezgehên wê, sîstema federalîzmê baştirîn çareserî ye.

Ebû El-Xêt da xuyakirin ku, karînên komkara Erebî yên leşkerî yên “benda heftemîn” tune ne, ku destêwerdana leşkerî di navbera aliyên şerker de li Sûriyê bike, ji ber vê yekê ew nikarin tevbigerin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button