Break newsRagehandinslide

Ebdul-Hekîm Beşar: PYD desteka Îranê ye, û beşeke ji dijminayetiya sêgoşe li ser miletê Sûrî li gel Rêjîmê û Da’iş ê

Yekîtî Media 12/6/2016

Dr. EbdulHekîm Beşar serkirdeyê partiya Dîmokratî Kurdistan- Sûriya û cîgirê serokê hevpeymaniya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî diyarkir ku miletê Sûrî rastî êrîşên sê dijminan tê , ew Rêjîma Esed û partiya Yekîtiya Dîmokratîk( PYDê) û rêxistina Da’iş ê ne.

Hekîm Beşar got ku Rêjîma Esed ya ku hîn li Şamê ye, bêtirî nîvê Sûriyê wêran kiriye û nîvê nişteciyên wê koçkirin û bi sed hezaran xelk kuştine û bi hezaran kes girtine, herwiha çekên kîmawî bikaranîne, ji bilî rola Rêjîmê di sazkirin û xurtkirina Da’iş û Cebhet Elnusra de û pêwendiyên Rêjîmê yên aborî li gel wan.

Hekîm Beşar PYD ê bi aliyê sêyem yê ku miletê Sûrî armanc dike wesifkir, ku ew destikê Îranê ye li Sûriya û di xizmeta Rêjîma Sûrî de ne, û got ” raste endamên vê partiyê û şervanên wê kurdin, lê ez dikarim bibêjim ku laş kurdî lê serî Îranî ye, ango Îran PYD li gor berjewendiyên xwe dimeşîne”.

Beşar li ser rûpela xwe li ser Fêsbûkê diyarkir ku , Rêjîma Sûrî PYDê li dijî miletê Kurd bikaranî daku nehêle kurd tevlî şoreşa Sûrî bibin, û jiber vê yekê PYDê gelek tawan di mafê miletê kurd de kirin ji kuştin û girtin û revandin û lêdan û komkujî, herwiha PYDê Rêjîmê diparêze û ji dêvla wê şer dike, û got ku Rêjîmê xwest fitneyeke Erebî Kurdî çêbike bi riya veguhestina şer bo deverên Erebî li Sûriya wek şerê balafirxaneya Minix , û şerê Minbicê ku welatiyên wê yên ereb toşî dorpêçkirin û koçbarkirinê û kuştinê tên.

Hekîm Beşar di postera xwe de amajekir , ku bergîrî lêkirina vî dijminê sêgoşe li ser miletê Sûrî ku ji Rêjîma Esed û Rêxistina Da’işê ya terorêst û PYDê ya girêdayî wilayeta Feqîh, ew erkê her kesekî Sûrî welatparêz e, çi Ereb û Kurd û Siryan û Turkmen û Asûr, û divê ku xwe bikin yek dest û hişyarbin ji pîlanên ku li dijî şoreşa Sûrî tên tevinkirin ji rex Rêjîma Sûrî û Da’iş û PYDê , û divê ku kar bibe ji bo ji navbirina wan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button