Break newsNûçeslide

Ebadî û berpirsên herêmê civiyan

Li bajarê Hewlêrê her yek li serokê Herêma Kurdistanê û cîgirê serokê herêmê, serokê hikûmetê û cîgirê wî li gel serokwezîrê Êraqê Heyder Ebadî civiyan.

Li gor ew zanyariyên gihêştine destê PUKmedia`yê, Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê û cîgirê serokê Herêmê Kosret Resul Elî, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî li mala serokê hikûmeta herêmê li bajarê Hewlêrê li gel serokwezîrê Êraqê Heyder Ebadî civiyan.

Her li gor zanyariyên PUKmedia`yê civîn ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî ya Êraqê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdadê û şerê dijî terorê û mîkanîzmên rizgarkirina bajarê Musilê û rewşa jiyana penaberan dibe.

Îro 6/4/2015 danê pêş nîvro Heyder Ebadî bi serdaneke fermî gihêşte bajarê Hewlêrê û ji aliyê serokê herêma kurdistanê û cîgirê serokê herêmê û serokê hikûmetê û cîgirê wî ve li balafirxaneyê hate pêşwazî kirinê.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button