Break newsHevpeyvînslide

Dr.Izzet Efendî : ezê kiryarên PYDê li pêşiya raya giştî ya Ewropî bihetikînim

Yekîtî Media 25/9/2016

Di hevpeyvîneke taybet de ya malpera Yekîtî Media bi Dr. Izzet Efendî re xwedanê nexweşxaneya Viyêna li Kobanê, Dr. Izzet Efendî ragihand, ku ewê kiryarên partiya Yekîtiya demokrat PYDê li pêşiya raya giştî ya Ewropî û li pêşiya Yekîtiya Ewropî bihetikîne, piştî ku çekdarên wê partiyê dest danîn ser nexweşxaneya Viyêna ya taybet ku ew xwedanê wê ye, herweha derbarê vê pirsê Dr. Izzet gelek belge jî ji me re eşkere kirin tekez dikin ku nexweşxaneya Viyêna ji samanên wî yên taybet in.

Nexweşxaneya Viyêna ya taybet sala 2014an li bajarê Kobanê hat vekirin ji rex Dr. Izzet Efendî ku birayê hevjîna Salih Mislim Ayişa Efendî ye, Dr. Izzet ew xudanê nexweşxaneyê bû û ji 30 salî ve ew li Nimsayê niştecî bûye, lê berî demekê çekdarên PYDê dest danîn ser wê nexweşxaneyê û navê wê guhertin bo nexweşxaneya Kobanê.

a c db

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button