Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Diplomatin Amerîkî daxwaza operasyonekê li dijî Esed dikin

Yekîtî Media 17/6/2016

Hejmareke ji berpirsên Amerîkayê daxwaz dikin ku, welatê wan derbeyeke leşkerî li dijî rejîma Sûriyê pêkbîne.

Derbarê vê mijarê û li gor ajansa Royters ragehandî bihtir ji 50 berpirsên Amerîkî di Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser belgeyekê imze kirine, herwiha rexne li siyaseta welatê xwe derbarê Sûriyê de kirine.

Di wê belgeyê de wan berpirsên Amerîkî bi armanca rawestandina binpêkirinên berdewam ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve tê kirin, daxwaza lêdana derbeyekî leşkerî li dijî rejîma Sûriyê kirine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button