Break newsNûçeslide
Di şer û pevçûnên li Efrînê duh 8 leşkerên Tirk hatin kuştin û 13 leşker birîndar bûn
Yekîtî Media
Firokeyên artêşa Tirkiyê îro xalake Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa rêjîma Sûriyê ve bombe baran kir û di encamê de hejmarek çekdar ji wê hêzê canê xwe ji dest da û birîndar bûn.
Herweha artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve gundê navçeya Şera, Cindirêsê, Mabeta, Raco û Şiyê topbaran dikin. Li gundê Kaxirê ya Mabeta jî kesekî sivîl şehîd bû û 5 sivîlên din jî birîndar bûne.
Ev yek di demekê de, îro berbangê artêşa Tirkiyê ragihand, di şer û pevçûnên li Efrînê de, duh 8 leşkerên Tirk hatin kuştin û 13 leşkerên din jî birîndar bûn.
Herwiha Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettîn Canîklî îro ragihand, di operasyona li dijî Efrînê de, heta niha 41 leşkerên Tirkiyê û 116 çekdarên çekdarên opozîsyona Sûriyê canê xwe ji dest dane.