
Break newsNûçeslide
Di pêwendiyeke telîfonî de Kêrî û Laverof behsa berdewamiya danûstendinên Cinêvê kirin
Yekîtî Media 22/6/2016
Wezareta derve ya Rûsiya ragihand ku wezîrê wê Sêrgî Laverof û Con Kêrî wezîrê derve yê Amerîka di pêwendiyeke telîfonî de behsa berdewamiya danûstendinên Cinêvê ji bo Sûriyê kirin.
Laverof di wê pêwendiyê de rexnê li rikberiya Sûrî dike ku mercan ji bo berdewamiya danûstendinan datîne .
Ji aliyekî din ve şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Stîvan Dîmistora di civateke netewên yekbûyî de diyarkir ku hemû aliyên Sûrî li ser veguhestineke siyasî erêkirine, Lê pirsgirêk dimîne ku rewşa Sûriyê piştî wê veguhestinê çawa dê bi rêve biçe .