Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê xwe ji erkê xwe vekişand

Yekîtî Media 22/6/2016

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Oktay Vural, ji erkê xwe dest vekişand.

Aloziya nava MHP’ê îro bi destvekêşana ji kar ya Cîgirê Serokê Koma partiyê yê Parlamentoyê gihîşt qonaxeke nû.

Di 19’ê vê mehê de, kongreya awarte ya MHP’ê bêyî ku Serokê Giştî Dewlet Bexçelî beşdar bibe hatibû darxistin û biryar hatibû dayîn ku, 10’ê Tîrmehê kongreya hilbijartina Serokê Giştî bê lidarxistin.

Ev demeke, opozîsyona nava partiyê dixwazin kongreya awarte bê darxistin û serokê nû bê hilbijartin. Heta niha 4 kesan bo namzeda serokatiya partiyê xwe destnîşan kirine. Tê texmînkirin, hemû namzed li pişt yek namzedê de cih bigrin ku ew jî Meral Akşener e.

Hat ragihandin, Oktay Vural jî, dê piştgirî bide da ku Meral Akşener bibe serokê nû yê MHP’ê.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button