NûçeslideUncategorized
Di encama bûyereke Tirafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji destdan
Yekiti Media
Di encama bûyereke tiravîkê de 4 kesan ji gundê Mistefawiyê yê bi ser devera Girkêlegê ve roja Yekşemê 30-9-2018 jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer li ser riyea serke di navbera Qamişlo û Dêrikê de rûda û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, Qurbaniyên wê bûyerê her ye ji ( Imer Selîm, Mihemed Selîm, Xedîca Elî, Sîdra Selîm).
Di heman bûyerê de dayika Sîdra birîndar ket û ji bo nexweşxaneyên bajarê Qamişlo hate veguhestin.
Tê zanîn ku rojane bûyerên tirafîkê li parêzgeha Hesekê rûdidin .