Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Demîrtaş: Em ji dadgehkirinê natirsin

Yekîtî Media 5/6/2016

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selaheddîn Demîrtaş diyar kir, ku ew ji dadgehkirinê natirsin.

Hevserokê HDPê Selaheddîn Demîrtaş îro di mîtînga bi navê “li hemberî gûdatayê berxwedana demokratîk” de axivî û li ser mijara rakirina parêzbendiyan da zanîn, ku dê çend rojên din darizandinên wan dest pê bike, Ew ji dadgehkirinê natirsin. Lê pêwîst e Serokê Dadgeha Bilind jî wan bi dadwerî dadgeh bike.

Demîrtaş got gelek dozger hene, dixwazin wan darizînin. Lê belê mafê wan nîne parlementerên HDP ê darizînin. Ji ber ku dadgehên Tirkiyayê wekî şaxên AK-Partiyê kar dikin.

Piştî mitîngê polîsan destêwerdan kirin û ji dehan zêdetir kes hatin binçavkirin.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button