Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

DAIŞê mizgefta serdema xelîfe Omer Xetab teqand

Hewlêr – Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Enbarê ya Iraqê mizgeftek teqandin ku tê gotin mizgefta herî kevn a wê deverê ye.

Rayedarekî Polîsê parêzgeha Enbarê eşkere kir ku çekdarên DAIŞê îro li gundê Cebe yê girêdayî bajarokê Bexdadî li parêzgeha Enbarê mizgeftek teqandin.

Wî rayedarî diyar kir ku navê wê mizgeftê Farûq e û mizgefta herî kevn a parêzgeha Enbarê ye ji ber ku di serdema xelîfe Omer bin Xetab de hatiye avakirin.

Çekdarên DAIŞê li Mûsilê jî heta niha gellek mizgeft û cihên pîroz teqandine.

Çekdarên DAIŞê duh jî li bajarokê Bexdadî 150 kes şerjêkiribûn û şewitadibûn.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button