Break newsNûçeslide

DAIŞê berpirstiya teqînên Hesekê girt ser xwe

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina DAIŞê berpirstiya teqînên bajarê Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê girt ser xwe.

Îro danê êvarê, li bajarê Hesekê di encama du teqînan de 35 kes şehîd bûn û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûn.

Her du teqîn jî li taxa Muftî ya Hesekê û di nav beşdarên pîrozbahiya Newrozê de çêbûn.

Demek kurt piştî bûyerê, DAIŞê bi rêya radyoya xwe ragihand, teqînên Hesekê ji aliyê wan ve hatine kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button