Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

DAIŞ di 2014 de 3 milyon û 981 hezar tewan encam da ye

Komsyona bilind a mafê mirovan li Êraqê daxwaz ji hikûmeta federal a Êraqê kir xebatên nasandina tewanên DAIŞ bi ser xelkê Êraqê li ser asta navdewletî bêtir û bi hêztir bike.

Endamê komsyonê Fadil Xirawî bi beyannameyekê ku wêneyek jê hate PUKmedia yê da xuya kirin ku Rêxistina terorê DAIŞ li dijî Êraq û gelê Êraqê tewanên ku di asta komkujiyan de pêk anîn û got: DAIŞ hemû sîstema mafê mirovan û bi teybet mafê jiyanê kir armanc û bin pêkir, her wiha rê li ber koçberiya bi dare zor vekir, mafê kêmnetewan, mafê azadiya olî û baweriyê, mafên zarokan, mafê dayîkbûnê, mafên çandî, mafên aborî û civakî û mafên kêmendaman jî bin pêkirin.

Xerawî da xuya kirin ku DAIŞ di sala 2014`e de ku sala herî hov û xwîn rêj hate naskirin, 3 milyon û 981 hezar tewan encam dane.
Û diyar kir ku divê hikûmeta federal a Êraqê di asta navdewletî de tevger bike û tewanên DAIŞ li NY û encuema mafê mirovan weku tewanên komkujiyê û dijî mirovahiyê bi cîhanê bide nasîn.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button