Break newsNûçeslide
DAIŞ 49 leşkerên Sûrî li Tedmurê dikuje
Yekîtî Media 10/12/2016
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, ku çekdarên DAIŞê gelekî nêzîkî bajarê Tedmurê bûne, piştî ku êrîşî bingeheke leşkerî ya rêjîma Sûriyê kirin, 49 leşkerên artêşa Sûriyê kuştin.
Rewangehê diyar kir, li nêzîkî zeviyê petrolê li navçeya “Muhir” li gundewarê Tedmurê, çekdarên DAIŞê kemînek li ber hêzên rêjîmê vedan, di encamê de 15 leşker hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
Bi gotina Rewangeha Sûrî, niha çekdarên DAIŞê tenê 4 k.m ji bajarê Tedmurê dûr in.