Break newsNûçeslide

Dadgeheke PYDê du welatî li Efrînê bi çûna bo bereyên şer seza dike

Yekîtî Media 28/5/2016

Li bajarê Efrînê bakurî Helebê, Dadgehek girêdayî Rêveberiya Xweser ya partiya Yekîtiya Dîmokratîk PYDê du welatî seza kirin, herdû welatiyên bi navê ( Ş.H.M) û (M.X) bi sezaya çûna bo bereyên şer hukim kirin, bi tawana ku herdû welatiyan axaftinên li dijî şehîdan û YPG û YPJ kirine, û rê nedane zarokên xwe ku tevlî hêzên çekdar yên girêdayî PYDê bibin.

Li gor alavên ragihandina PYDê diyarkirin , ku bi hezaran xelk li navçeya Bilbilê ya girêdayî Efrînê kombûn û dadgeh lidarxistin, û ew sezaya ku di dawî de li herdû welatiyan hat birrîn bi encama dengdanê hat pesend kirin.

Tê zanîn ku PYDê leşkeriya neçar li ser ciwanên temen navbera (18-30) salî li Kurdistana Sûriyê sepandîye, û hêzên vê partiyê ciwanan binçav dikin û wan bo bereyên şer dibin, lewra bi hezaran ciwan ji Kurdistana Sûriyê reviyan , û ber bi dewletên derdor û Ewrupayê ve koç kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button