Break newsNûçeslide

Ciwanekî Kurd ku tevlî rêxistina Daiş ê bûbû xwe li Mûsilê teqand

Yekîtî Media 3/8/2016

Ajansa Amaq ya bi ser rêxistina Daiş ve ragihand ku ciwaneke kurd bi navê Mistefa Ibêd Reşîd Qadir ji xelkê bajarê Kobanê tevlî refên rêxistinê bûye û li bajarê Mûsilê li Iraqê xwe bi girûpeke artêşa Iraqî ve teqand.

Ajansa Amaq li ser rûpela xwe wêneyên Mistefa  û nûçeya kuştina wî belav kir.

Malpera Yekîtî Media  ji aliyê xwe ve li ser rûpela xwe belavkir ku Mistefa Ibêd Reşîd Qadir ji gundê Xerab Işqik sala 2013 bi behaneya ku li Corciya  xwendina bijîşkî wê dest pê bike ji gundê xwe derket.

malperê diyar kir ku Mistefa dema ku rêxistina Daiş  bajarê Reqayê kontol kir ew li wê deverê bi çekdarên Daişê re hate dîtin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button