Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Civîna serok Mam Celal bi vîdyo hat weşandin

Îro roja duşemê 21-7-2014`an, serok Mam Cewlal digel reyadarên payebilind yên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê civiya û bi vîdyo hat weşandin.

Piştî ku duh li mala serok Mam Ceal çavpêketina heval Kosret Resûl Elî ji serok Mam Celal re û lêpirsîna rewşa tenduristiya serok Mam Celal , îro jî herdu cîgirên sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê heval Kosret Resûl Elî û heval Dr. Berhem Salih û berprisê desteya kargêrî yê politburoya Yekîtiya Nîştimanî yê Kurdistanmê heval Mela Bextiyar û hevaêln din yên serkirdeyetiya Yekîtî, li mala serok Talebanî digel serok Mam Celal civiyan.

Hêjayî gotinê ye ku roja şemiyê 19-7-2014`an, serok Mam Celal bi riya firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê ji Almanya gihîşt axa Kurdistanê.

Lê pir kes û alî jî dixwestin ku hevdîtinên serok Mam Celal bi vîdyo bên nîşandan û îro jî, ew daxwaza wan bi cî hat û girde vîdyoyeke nû ya civîna îro li mala serok Mam Celal hat weşandin.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button