Break newsNûçeslide

Civîna Lêvegera Siyasî bidawî hat

Qamişlo – Civîna Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo bidawî hat bêyî ku ENKSê nûnerên xwe bo herdu komîteyên pêşxistina rêveberiya xweser û karûbarên leşkerî destnîşan bike.

Nûçegihanê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku biryar e emîndariya giştî ya ENKSê roja şemiya bê civînekê lidar bixe daku nûnerên xwe ji bo herdu komîteyan diyar bike.

Endamê lêvegera siyasî Salih Gedo ji Rûdawê re da zanîn ku ji aliyê TEV-DEMê ve ji bilî wî her yek ji Ebdulselam Ehmed, Nesredîn Îbrahîm, Cemal Mela Mehmûd û Selwa Silêman ji bo komîteya pêşxistina rêveberiya xweser hatin destnîşankirin.

Ji bo komîteya leşkerî jî ji aliyê TEV-DEMê ve her yek ji Mistefa Meşayix, Fewzî Şingalî, Mihemedê Mûsê, Mizgîn Ehmed û Ferhad Têlo hatin destnîşankirin.

Derbarê hilbijartinên şarederiyên Kantona Cizîrê, biryar hat standin ku komîteyên lêvegerê vê babetê gotûbêj bikin û pêşniyara xwe ji bo civata giştî ya lêvegerê pêşkêş bikin.

Nûçegihanê Rûdawê herwiha got biryar e roja 25ê mehê herdû komîte civîneke hevbeş lidar bixin û piştre her komîteyek dest bi karê xwe bike.

Roja 2ê Adarê ji bo civîna giştî ya lêvegera siyasî hat destnîşankirin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button