Break newsNûçeslide

Çekdarên PYDê Enwer Naso û hin endamên partiya Yekîtî li Amûdê binçavkirin

Yekîtî Media 28/5/2016

Êvara îro şemê 28ê Gulanê, çekdarên PYDê li Amûdê bi hilmeteke binçavkirinê li dijî hin serkirde û endamên partiya Yekîtî ya Kurd rabûn.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li Amûdê, çekdarên PYDê êrîşî malên herdû serkirdeyên partiyê ( Enwer Naso û Ebdilîlah Ûcê ) kirin, û ew binçavkirin û belge û telefon û kompiyuterên wan birin.

Çekdarên PYDê êrîş birin ser mala Merwanê Îdê û Mihsin Xelef , û Mihsin Xelef binçavkirin, herwiha çekdarên PYDê Ridwan Hemo bavê pêşmerge ” mulazim. Ciwan Hemo ” binçavkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button