Break newsNûçeslide
Çekdarên PYD du keçên sîpe ji bajarê Serê Kaniyê revandin
Yekîtî Media 28/8/2016
Çekdarên partiya yekîtiya dîmokrat PYD du keçên sîpe ji bajarê Serê Kaniyê revandin û ew birin serbazgehekê ya yekîneyên parastina jinê YPGê.
Hindirîn Mehmûd Walî 17 sal û hevala wê Felek Mihemed Elnûrî ew jî temen 17 salî roja înê 26ê tebaxê ji malê derketin, û piştî pirsyarê hat zanîn ku herdû keç li navendeke YPJ ê bûn û dûvre ji bo serbazgeheke rahênanên leşkerî ya YPJ hatin veguhestin.