Break newsRaportslide

Şanda ENKS ligel frakisyonên Perlemana Herêma Kurdistanê civiya

Yekîtî Media 28/8/2016

Îro yekşemê 28ê Tebaxê, şanda encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS bi serokatiya Ibrahîm Biro serokê ENKS û endametiya: Kamîran Haco serokê nivîsgeha pêwendiyên derve, û Silêman Oso û Mistefa Sîno endamên nivîsgeha pêwendiyên derve, ligel frakisyona partiya Demokrata Kurdistanê di Perlemanê de, û ya Turkmenan, û Kildoasûr re li avahiya perlemana Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.

Di civînê de li ser rewşa Sûriyê bigiştî û rewşa kurdistana sûriyê bi taybetî gengeşe hat kirin, herweha şanda ENKS siyaset û kiryarên PYD li dijî endam û serkirdeyên ENKS rave kir.

Frakisyonên perlemanê Herêma Kurdistanê yên beşdar di civînê de ji aliyê xwe ve piştgiriya xwe ji bo ENKS û xebatên wê di ber mafê miletê Kurd de li Kurdistana Sûriyê danxuyakirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button